TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rojava | Amerîka pistgriya xwe ya bo HSDê zêde kir

📅 14 nîsan 2019 11:16

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (PENTAGON) di çarçoveya plansaziya xwe ya sala 2020î de budçeya ku bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tê terxan kirin, bi rêja 20 ji sedî zêde kir.

Washington, di çarçoveya têkoşîna bi terorê re, di warê çek û cebilxane û perwerdê de piştgiriya hêzên iraqî û Pêşmergeyan dike. Amerika ji bo mûçe lêçûnên wan hêzên 745 milyon dolar vediqetîne.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê PENTAGONê ragihand ku piştiriya HSDê 20 jî sedî hatiye zêde kirin.

PENTAGONê di sala 2019an de 114 milyon dolar terxan kir, tê çaverêkirin ev ku ev hejmar sala bê bibe 173 milyon dolar.

Parve bike: