TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Rojava | 4 wefat û 40 pêketiyên din ên koronayê hatin tomarkirin

📅 06 rêbendan 2021 17:04

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên jêr kontrola Rêveberiya Xweser, di nav 24 saetên borî de 4 kesên din ji koronayê mirin û 40 kes jî pê ketin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand di nav 24 saetên dawî de 40 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, diyar kir ku 40 kesên bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine; 5 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 6 kes li Dêrikê, 1 kes li Rimêlan, 7 kes li Kobanî, 1 kes li Til Temir, 1 kes li Reqayê, 2 kes li Şehbayê, 3 kes li Dêrezorê, 11 kes jî li Tebqayê ne.

Herwiha hat gotin ku di nav 24 saetan de 7 kes jî baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên vîrusa koronayê gihîşt 8153 kesan, ya mirinan bû 276 kes û heta niha 1157 kes jî baş bûne.

Parve bike: