Cîhan
Rojava | 169 kesên din bi koronayê ketin û 4 kesan wefat kir
PeyamaKurd – Hejmara pêketin û mirinên vîrusa koronayê Covid-19 li Rojavayê Kurdistanê her diçe zêdetir dibe.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku herî dawî 169 pêketinên din ên koronayê û 4 wefat hatin tomarkirin.
Desteya Tenduristiyê da xuyakirin di 24 saetên borî de 169 kesên din bi koronayê ketine, 4 kesan wefat kiriye û 6 nexweş jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser gihîşt 11 hezar û 938 kesan, ya mirinan bû 419 kes û hezar û 360 nexweş jî baş bûne.