Cîhan
Rewsa dawî ya Covid-19 li Rojava: 248 pêketiyên nû û 5 wefat
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 248 kesên din bi koronayê ketin û 5 kesan jî can da.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di daxuyaniya îro 14ê Nîsanê de ragihand, 248 kes Koronayê ketine ku 57 kes li Hesekê, 130 kes li Qamişlo, 36 kes li Dêrikê, 6 kes li Dirbêsiyê, 18 kes li Reqayê û 1 kes li kampa Holê ne.
Mistefa diyar kir, 5 kesan jî li herêmên rêveberiya xweser ji koronayê wefat kirine û 17 kes jî baş bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re, hejmara pêketinên koronayê gihîşt 13004 kesan, ya mirinan bû 437 kes û heta niha 1399 kes jî baş bûne.