TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Rêvebirê Amerîkayê ji ber şerê Îranê îstîfa kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 17 adar 2026 17:41
Rêvebirê Navenda Têkoşîna li Dijî Terorê ya Neteweya Amerîkayê Joseph Kent ji ber şerê li Îranê rexne li rêveberiya Donald Trump kir û dev ji karê xwe barda.

RûpelNews - Di roja 18emîn a şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de ji Washingtonê xebera îstîfayê hat belavkirin. Rêvebirê Navenda Têkoşîna li Dijî Terorê ya Neteweya Amerîkayê Joseph Kent bi nameyekê îstîfaya xwe ragihand û di mijara şerê li Îranê de rexne bir ser siyasete Amerîkayê.

Kent got: “Wijdana min qebûl nake ku piştgiriya şerê li dijî Îranê bikim. Iran ji bo welatê me gefek nîn e. Ev şer bi fişara Israil û lobiya wî ya li Amerîkayê hate destpêkirin.

Kent di nameya xwe de bi taybet rexne li siyasete Trump a li ser Rojhilata Navîn kir û amaje kir ku beşdarbûna Amerîkayê bo şer xelet e û ji bo gelê Amerîkayê tu feydeya vê yekê tune.


Parve bike: