Rêveberiya Rojava: Komkujiya Til Rifatê nîsana asta tawanên ser û qirkirina etnîkî ye
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê li ser êrîşa doh a ser navçeya Til Rifat a Şehbayê ku piranî zarok 11 kes hatin kuştin daxuyaniyeke şermezarkirinê belav kir û got, komkujiya ku dagirkeriya Tirkiyê li Til Rifatê pêk aniye digihîje asta sûcên şer û qirkirina etnîkî.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev komkujî berdewama sûcên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Rêveberiyê destnîşan kir ku komkujiya hovane ya ku Tirkiyê li dijî zarok û koçberên herêmê pêk aniye digihîje asta qirkirina etnîkî û zêdekirina sûcên şer û qetlîaman.
Rêveberiya Rojava bang li Rûsya, Amerîka, Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên hiqûqî yên navdewletî kir ku bi lez destwerdanê bikin û nehêlin Tirkiye komkujiyên li ser gel zêde bike.