Rêveberiya Kobanê: Hikûmeta Sûriyê pabendî peymana yekbûna saziyan nabe
RûpelNews - Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rêveberiya Helebê ji bo saziyên li nahiyeya Çelbiye û Sirînê ji derveyî herêmê rêveber tayîn kirine. Rêveberiya Kobanê tekez kir ku ev yek li dijî peymana 29ê Kanûna Paşîn e, ya ku di navbera Hikûmeta Veguhestî ya Şamê û HSDê de hatibû îmzekirin. Li gorî peymanê, divê saziyên herêmî ji aliyê kurên herêmê bixwe ve werin birêvebirin.
Destwerdana tund li dijî xelkê
Rêveberiyê ragihand ku xelkê Çelbiyeyê ji bo protestokirina van biryaran kom bûne, lê hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyê bi awayekî tund destwerdan kirine, li xelkê xistine û rê li ber daxuyaniya wan girtine.
Peymana 29ê Kanûnê di metirsiyê de ye
Rêveberiya Kobanê hişyarî da ku ev kiryarên rêveberiya Helebê sepandina peymana yekbûna saziyan asteng dike. Di dawiya daxuyaniyê de bang li Hikûmeta Veguhestî ya Şamê hat kirin ku li ser peymana 29ê Kanûnê bisekine û hat gotin: "Em wekî gel û rêveberiya Kobanê, tu carî biryarên li derveyî vîna gelê herêmê qebûl nakin."