Cîhan
Rêkeftina Destbirakiya Parîs û Hewlêrê hat îmzekirin
PeyamaKurd – Protoka hemhengî û hevkariya navbera Paytexta Fransa Parîs û Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê îro li şaredariya Parîsê hat îmzekirin.
Rêkeftina destbirakiya (destxwişkiya) navbera Parîs û Hewlêrê de, ji aliyê parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û şaredara Parîsê Anne Hidalgo ve hat îmzekirin.
Li gorî protokolê dê di navbera bajarên Hewlêr-Parîsê de di warên aborî, çandî, hawîrî û gelek beşên din de hevkarî û kordînasyon bê pêşxistin.
Hewlêr bi vê protokolê re bûye 55emîn bajarê destbirakê Parîsê ku di cîhanê metropola 5emîn mezin e.
Encûmena Şaredariya Parîsî di meha nîsana borî de, bi piraniya dengan biryara destbirakbûna bi Hewlêrê re pejirandibû.