TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Rejîma Îranê li Kirmasanê girtiyekî Kurd bidarve kir

📅 26 berfanbar 2021 11:59

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku rejîma Îranê li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê girtiyekî kurd bi tohmeta kuştina kesekî bidarve kir

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê da xuyakirin ku doh 25ê Kanûnê danê sibehê girtiyekî kurd ê bi navê Elîriza Muradî (28 salî) di nav girtîgeha Kirmaşanê de hatiye bidarvekirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku ew welatiyê kurd ê xelkê bajarê Kirmaşanê 6 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî hatiye girtin û dadgeha rejîma Îranê cezayê îdamê li ser wî sepandibû.

Parve bike: