TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Rejîma Îranê li Îlama Rojhilat girtiyekî Kurd bidarve kir

📅 14 mijdar 2019 14:14

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê girtiyekî kurd hatiye bidarvekirin.

Li gorî ragihandina Malpera Hengaw a Mafên Mirovan, doh danê sibê girtiyekî kurd li girtîgeha bajarê Îlamê hatiye îdamkirin ku xelkê bajarokê Eyvana Rojava yê Îlamê û navê wî jî Mihemed Resûl Çolkî (25 salî) bûye.

Hat zanîn ku welatiyê kurd ji ber kuştina pismamê xwe hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Parve bike: