TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Rejîma Îranê kesek bi tohmeta endamtiya DAISê bi dar ve kir

📅 29 rêbendan 2021 15:00

PeyamaKurd – Li herêma Xuzistanê ya Îranê, kesekî bi navê Elî Metîrî, bi tohmeta endamtiya rêxistina DAIŞê hat bidarvekirin.

Elî Metîrî, bi tohmeta ku di sala 2018an de, dema êrîşî baregeha Besîc a li devera Şîban kiribû û du kesên ji hêzên Besîc kuştine hat bidarvekirin.

Li başûrê rojhilatê Îranê, ji destpêka vê mehê ve du kesên ser bi rêxistina DAIŞê hatine îdamkirin.

 

Parve bike: