TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rayedarên Amerîkayî: Daxuyaniya Rûsyayê ya "me hin eskerên xwe vekisandine" ne rast e

📅 17 sibat 2022 12:32

PeyamaKurd Rayedarên Amerîkayî dibêjin, daxuyaniya Rûsyayê ya vekişandina hejmarek leşkerên xwe ji sînorê Ukraynayê, ne rast e û Moskowê 7 hezar eskerên din jî şandine ser sînor.

Li gor agahiyan, rayedarên Amerîkayî yên navê wan ne diyar, bi rêya telekonferansê derbarê Ukraynayê de çapemenî agahdar kirin û îdiaya Moskowê ya "me eskerên xwe vekişandin” derewandin.

Herwiha rayedarê payebilind ê Amerîkayî îdia kir, ne rast e ku Rûsyayê hin eskerên xwe yên ber sînorê Ukraynayê vekişandin, berevajiyê vê di rojên dawîn da Moskowê dora 7 hezar eskerên din şandin herêmê.

Rayedar eşkere kir, berevajî gotina ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn dibêje deriyê wan ji dîplomasiyê re vekirî ye, Rûsya amadehiya şer dike û wiha dewam kir: "Li ber raya giştî dibêjin, ji bo hevdîtinan deriyê me vekirî ye û îdiayên kêmkirina aloziyê tînin ziman, lêbelê di heman demê da bi dizîka amadehiya şer dikin."

Parve bike: