RAPIRSÎ | Kilicdorglu yan Erdogan?: Nêzî 12 pûanan ferq heye
PeyamaKurd – Piştî diyarbûna dîroka hilbijartinên Tirkiyeyê yên 14ê Gulanê, rojeva hilbijartinê germ bûye û rapirsînên li ser herdu namzedên serokomariyê Kemal Kilicdaroglu û Recep Tayyip Erdogan têne kirin.
Kompaniya Lêkolînên Civakî Aksoyê yekem rapirsîya xwe ya li ser encamên hilbijartinên 14ê Gulanê eşkere kir.
Li gorî encamên rapirsiyê di navbera namzedê Hevpeymana Cumhur Recep Tayyip Erdogan û namzedê Hevpeymana Millet Kemal Kiliçdaroglu de 11,2 puan ferq heye.
Di rapirsiya bi navê Monîtora Tirkiyê sala 2023yan de ku 8ê Adarê despêkirîşd û bi hezar û 537 kesfı re li 26 bajaran hatiye kirin de, Kilicdaroglu nêzî 12 pûanan li pêşiya Erdogan xuya dike.
Encamên rapirsiyê wiha hatine eşkere kirin:
AKP: %31
CHP: % 28.4
İYİ Parti: %12
HDP: %10.3
MHP: % 7.2
DEVA: % 1.4
TKP: % 1.1
Gelecek: % 0.9
Namzedên Serokomariyê:
Kemal KIliçdaroglu: %55.6
Recep Tayyip Erdogan: %44.4