Qere Heydarê Wanî hat girtin
RûpelNews - Mehmet Fatih Tançalan, ku bi navê "Qere Heydarê Wanî" tê naskirin, piştî hin parvekirinên li ser torên civakî li navçeya Muradiye ya Wanê hat desteserkirin. Ew ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Wanê, derbarê parvekirinên Tançalan ên li ser torên civakî de, bi tohmeta "heqaretkirina li miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê û saziyên dewletê" lêpirsîn da destpêkirin. Li ser vê yekê, tîmên Şaxa Asayîşa Giştî ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr, Tançalan li mala wî ya li navçeya Muradiye desteser kirin.
Derbarê Tançalan de ku bo Midûriyeta Ewlekariyê hatibû birin lêpirsîneke darayî hat destpêkirin; ev yek têkildarî dîmenên wî yên li ser torên civakî û wê miqdara zêde ya zêr bû ku tê gotin di daweta wî de wekî diyarî jê re hatine dayîn.
Herwiha, ji Lijneya Lêkolîna Sûcên Darayî (MASAK) jî daxwaza nirxandinê hat kirin. Tançalan piştî karûbarên polîsan sewqî edliyeyê hat kirin. Piştî ku îfadeya xwe da dozger, ji ber tohmeta şûştina pereyan ji aliyê dadgehê ve hat girtin.