Qelevanê Amedsporê yê ji bo Super Ligê diyar bû
RûpelNews - Amedspor, ku niha li Erziromê xwe ji bo demsala Super Ligê amade dike, ji bo pozîsyona golparêziyê gaveke girîng davêje. Tê ragihandin ku tîma kesk-û-sor bi Mustafa Burak Bozan re li hev kiriye; tê payîn ku qelevanê 25 salî sibê beşdarî kampa amadekariyê ya li Erziromê bibe û bi tîmê re dest bi rahênanê bike.
Li gorî nûçeyan, rêveberiya Amedsporê ji bo bihêzkirina kadroya xwe ya golparêzan a beriya demsala nû, çavê xwe dabû ser her du navan: Abdullah Yigiter û Mustafa Burak Bozan. Pêvajoya veguhastinê ya ji bo Bozan yê ku ji ber pirsgirêkên dayîna mûçeyan mafê betalkirina girêbesta xwe ya bi Gaziantep FK re bi dest xistibû niha bi dawî bûye.
Tê payîn ku ev veguhastin, ku pesendkirina rahênerê sereke Besnik Hasi wergirtiye, di demeke nêzîk de bi awayekî fermî were temamkirin.