TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Qada taybet a Îsraîlê, çû grevê

📅 24 tîrmeh 2023 14:00

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, sektora taybet li dijî rêziknameya dadwerî ya hikûmetê çû grevê.

Di vê pêvajoya ku hikûmet xwe amade dike ku îro pêşnûmeya nakok derbas bike de xwepêşandan û xwenîşandan li seranserê welêt geş bûne.

Hat ragihandin ku kompaniyên mezin û fîrmayên teknolojiya bilind ên li Îsraîlê piştî ku koalîsyona bi serokatiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu pêşnûmeya qanûna ku kontrola Dadgeha Bilind a li ser hikûmetê radike, ji bo erêkirina dawîn hanî Meclîsê, biryara grevê dan.

Li gorî hat zanîn Rêxistina Karsaziyê ya Îsraîlê ku nûnertiya nêzî 150 kompaniyan dike, qereqol û supermarket jî di nav de ragihand ku ew ê îro li dijî rêziknameya darazê ya hikûmetê dest bi grevê bikin.

Parve bike: