Jiyan
Pûtîn û Netanyahu sînorê Sûriye-Îsraîl gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu peywendiyeke telefonî pêkanîn.
Li gor daxuyaniya Kremlînê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu di çarçoveya xebata hevpar a têkilîdarî dabînkirina ewlekariya sînorên Sûriye-Îsraîlê, rewşa li Sûriyeyê gotûbêj kirin.
Herwiha herdu aliyan destnîşan kirin ku amade ne bo mijara têkoşîna li dijî terorê ya navdewletî jî di nav de kordînasyona li Sûriyeyê zêde bikin.