TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Putin: “NATO xwe nêzî sînorên me kiriye û ewlehiya me tehdîd dike”

📅 10 hezîran 2021 00:36

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Valdimir Putin ragihand ku NATO xwe nêzî sînorên welatê Rûsyayê kiriye û ev kiryar bi qederê li ser ewlehiya Rûsyayê û hemwelatiyên Rûsyayê bandorê bike, mijarekî girîng e.

Putin, bo kanala Tv yê ya Rossiya-1ê li ser xebatên NATO yê û îhtîmala ku Ûkrayna bibe endamê NATO yê şiroveyan kir. Putin got ku NATO, nêzî sînorên Rûsyayê bingeha xwe ya leşkerî xurt dike û weha got:

“Xwenêzkirina NATO yê heta ber sînorên me, bi qederê ku bandorê li ser Rûsyayê û hemwelatiyên Rûsyayê bike, girîng e. Xwefirehkirina NATO yê ber bi Rojhilat de bi du pêlan çêbû. Ev di wexta ku têkiliyên Rûsya û welatên Rojhilat hatibû asta hevkariyê de çêbû lê temamê endîşeyên me hatin piştguhkirin.

Ez naxwazim tund biaxifim lê pê li berjewendiyên me kirin. Ev di wexta ku têkiliyên me baş bûn de çêbû. Rojava berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk di ser mirovan û berjewendiyên xelkê dinê de dibînin.

Ûkrayna dixwaze bibe endamê NATO yê û ev ne mijarekî beredayiye. Fuzeyên Amerîkayê yên li Polonya û Romanyayê dikarin di 15 deqeyan de bigihên navenda Rûsyayê. Em qebûl bikin ku Ûkrayna endamê NATO ye. Wexta fuzeyên NATO yê ji Harkîvê û Dnipro yê bavêjin Moskovayê dikarin 7-10 deqeyan de bigihên Moskovayê. Wext gelek kurt dibe. Gelkî hemwelatiyên Ûkraynayê gotin ku ew naxwazin bibin endamê NATO yê.”

Parve bike: