Jiyan
Pûtîn hisyarî da Amerîkayê
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Valdîmîr Pûtîn, der heqê raporên daxistina balafira Malezyayê de nerazîbûn nîşan da û got: "Eger pêbawerî kêm bibe dê dinya bikeve valahiyekê."
Pûtîn, di Foruma Aboriya St. Petersburgê de axivî û rapora saziyên navneteweyî yên li ser xistina balafira Malezyayê qebûl nekir.
Pûtîn hişyarî da Amerîka û dewletên din û got:
"Rûsya, encamê lêkolîneke ku beşdarî tê de nekiriye qebûl nake. Kêmbûna pêbaweriyê di nava aliyan de dê valahiyekê çêke û dinyayê ber bi krîzeke nû ve bibe."