TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Pûtîn: Em naxwazin Ûkraynayê dagir bikin!

📅 16 adar 2022 20:31

PeyamaKurd – Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn ku bi fermana wî ji 24ê Sibatê ve beşek mezin ji Ûkraynayê hatiye dagirkirin, daxuyaniyeke nû derbarê êrîşa berdewam de da.

Pûtîn gotiye, “Ji xeynî destpêkirina operasyona taybet a Ûkraynayê ti bijardeyeke din li ber me nebû.. Em naxwazin Ûkraynayê dagir bikin.”

Herwiha Pûtîn diyar kiriye ku operasyona ku gihîştiye roja 21an li gorî planê birêve diçe û wan bi vê operasyonê, planên Ûkraynayê yên êrîşkirina ser Kirim û Donbasê asteng kiriye.

Pûtiye gotiye, ew ji bo hevdîtinan amade ye û wê operasyon jî bigihîje hemû armancên xwe yên hatine diyarkirin.

Parve bike: