Proseya aştî li Tirkiyeyê: Pêşnûmaya 15 xalî tê parlamentoyê
RûpelNews - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek der barê proseya aştiyê de qala xebatên yasayî kir.
Gurlek destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê gihîşt qonaxeke girîng û pêşnûmayekê 15-xalî ya qanûna çarçoveyê hat amadekirin û wiha got:
"Li gorî agahdariya min, pêvajoya 'Tirkiyeyeke bê Teror' gihîştiye qonaxeke erênî. Serokê Meclisa me, Birêz Numan Kurtulmuş jî daxuyaniyek da. Biryar e ku hefteya bê pêşkêşî Komîteya Dadê were kirin, piştî wê dê derbasî Civata Giştî ya Meclîsê bibe. Heya ku ez agahdar im, belgeyeke 15-xalî heye. Parlemento dê bişopîne; em ne tê de ne. Ji aliyê teknîkî ve, wek Wezareta Dadê, em tenê dikarin di dema pêvajoya yasayî de pêşniyaran pêşkêş bikin, bi çi şêweyî ku ji wan bê xwestin. Lê divê ev pêvajo di zûtirîn dem de were temamkirin."
"Ev xebat tenê ji bo endamên PKKê ye"
Gurlek destnîşan kir ku ev xebata yasayî tenê ji bo endamên PKKê derbas dibe û wiha axivî:
"Li vir efûya giştî nîn e. Ji bo şexseskî xebateke taybet jî nîn e. Ev mijar di bin biryara Parlementoyê de ne. Bi gotineke din, niha derbarê efûyeke giştî de ne bendek heye û ne jî xebatek di meriyetê de ye. Lê wekî ku hûn dizanin, kengî ku pêşnûmayasayek were amadekirin, ew dikare were pêşkêşî Parlementoyê kirin. Lêbelê, di vê pakêta heyî de, tenê bendek têkildarî endamên PKKê heye."