Projeya ji Amedê bû yekem a cihanê
RûpelNews - Yusuf Aydin Dogru, xwendekarê pola 11an di Koleji Zanistê ya Hurriyet li Amedê, bi tima xwe ya ku serokatiya wî dikir, di pêşbirka zanistê ya navneteweyî de ku bi piştgiriya
UNICEF li Çinê hate lidarxistin, serkeftina yekem a cihanê bi dest xist.
Li gor nûçe ya Serhat Yetut a Amida Haber, di projeya “Paqijkirina Avê bi Qalikên Midye” de, bi karanina avahiya kalsiyum karbonat a di qalikên midye de, pergala filtrasyon a sirûşti ya bi mesrefa kêm hate pêşxistin.
Di projê jinge de ji çalake
Hat diyarkirin ku armanca projeyê kêmkirina maddeyên zirardar û bermahiyên metalên giran di avê de ye. Rêveberiya dibistanê jî diyar kir ku ev serkeftin nişana mezin a perwerdehiya xwendekaran e ku zanist ji bo berjewendiya mirovan bikar tînin.
Her weha hat ragihandin ku Yusuf Aydin Dogru di projeyen hişmendiya jinge da ji xebat dike.