Pompeo: Tirkiye û Rûsya li pey têkdana Balkanan in
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku Rûsya û Tirkiye di nav hewla bêîstiqrarkirina rewşa Balkanan de ne.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di rûniştina Komîsyona Têkiliyên Navnetewî ya Meclîsa Nûneran a Amerîkayê de axivî.
Pompeo got, "Em ji rîskên li Bosnayê têdigihin. Em difikirin ku ew herêmeke gelekî girîng e. Em dizanin ku Rûsya gelekî hewl dide wê herêmê aloz bike."
Li ser pirsa parlamenterekî endamê komîsyonê ya ‘wekî Tirkan?' Pompeo bersiv da û got, "Erê"
Mike Pompeo herwiha da zanîn ku ew di nav hewldanê de ne ku Tirkiye ji Rûsyayê sîstemên parastina hewayî S-400an nekire û diyar kir ku hêvî dikin Tirkiye vê neke.
Pompeo bi ragihandina ku hê biryar li ser F-35an nehatiye dayin, xwest ku Tirkiyê çavtirsî bike.