Polîsek kûştî hat dîtin
RûpelNews - Polîs Muslum Aktaş, ku li Midûriyeta Şaxa Operasyonên Taybet a Erzînganê wezîfedar bû, li odeya cilguherandinê ya avahiyê bi guleyekê kuştî hat dîtin. Piştî agahdarkirina bûyerê, tîmên tenduristiyê û polîsan şandin herêmê.
Tîmên bijîşkî destnîşan kirin ku Aktaş jiyana xwe ji dest daye. Li gorî encamên destpêkê, hat hînbûn ku Aktaş bi çeka xwe ya xizmetê dawî li jiyana xwe aniye.
Hat gotin ku Muslum Aktaş, ku di sala 1972an de li Yozgatê qeydkirî bû, di dema xizmeta xwe de li Midûriyeta Şaxa Operasyonên Taybet a Çewlikê, Midûriyeta Operasyonên Taybet a Enqerê, Midûriyeta Şaxa Operasyonên Taybet a Amedê, Midûriyeta Şaxa Operasyonên Taybet a Trabzonê, Midûriyeta Şaxa Operasyonên Taybet a Elazığê û di dawiyê de li Midûriyeta Şaxa Operasyonên Taybet a Erzînganê xizmet kiriye.
Hat hînbûn ku lêpirsîna bûyerê berdewam dike.