TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Platforma Netewî ya Kurd: Ji bo mafên miletê me em girîngiyê didin diyalogê

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 20 gulan 2026 12:46
Platforma Netewî ya Kurd, daxuyand ku, hewcedariya miletê Kurd a ji bo yekîtî, pişgirtî û têkoşîna hevpar, îro ji her demê zêdetir e.

RûpelNews - Platforma Netewî ya Kurd l idi 28-29ê Adarê de li Amedê damezrandina xwe ragihandibû derbarê veqetîna komeke endamên xwe de daxuyanî da. Komeke bi navê Înisiyatîfa Netewî ya Kurd, rexne li Platforma Netewî ya Kurd girtibûn.

Platforma Netewî ya Kurd, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê ev daxuyanî raghand:

“Em bi dilgiranî pêhesiyan ku hinek ji hevalên me yên ku di nav Platforma Neteweyî ya Kurd de bi hev re dimeşiyan, biryara veqetandinê dane.

Nirxandinên cuda û cudahiya dîtinan, parçeyeke siruştî ya siyasetê û têkoşîna civakî ye.

Em hevalên ku ji me veqetiyane wekî dijberên xwe nabînin; berevajî vê, wan wekî xwişk û birayên xwe yên ku ji bo paşeroja mîlletê Kurd xwedî fikar û xemxurî ne, pênase dikin.

Em ked û piştgiriya ku wan heta îro nîşan dane qîmetdar dibînin û spasiya wan dikin. Baweriya me ew e ku hewcedariya miletê Kurd a ji bo yekîtî, pişgirtî û têkoşîna hevpar, îro ji her demê zêdetir e. Ji ber vê çendê, em ê her wekî berê li şûna zimanekî birîndar û dabeşker, zimanekî yekker û piralî (hembêzker) esas bigirin.

Her çend rêyên cuda werin hilbijartin jî, di mijara mafên hevpar û paşeroja mîlletê me de, em parastina diyalog û hurmeta dualî girîng dihesibînin. Em ê xebatên xwe bi kelecan û berpirsiyariyeke mezin bidomînin. Bi rêzgirtin.”
 

Parve bike: