Cîhan
PKK ê 2 leskeran birîndar kir
PeyamaKurd- Li gor beyana rêvebiriya asyîşa emniyetê ya Diyarbekirê, îro siet li dora 3 yê piştî nîvro, li navçeya Hênê ya bi ser Diyarbekirê, li ser rêya Qalaba hêzên li dijî terorê yên emniyetê, erebeyekî taqîb kirin. Li gor agahiyên di destê wan de, di erebê de 2 kesên endamên PKK ê hebûn.
Polîs ereba ku PKK yî tê de bûn taqîb kirin û di navbera wan de şer û pevçûn derket. Di encamê de 2 polîs birîndar bûn. Li gor ragihandina rêvebiriya emniyetê encama bûyerê wehaye:
“Di şer de 2 polîs birîndar bûne û helîkopterên ambûlans birîndaran birine Diyarbekirê nexweşxaneya bi navê Selahaddînî Eyûbî. Nexweşxane wan tedawî dike û operasyona bo girtina wan kesan dewam dike.”