TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Pistî 6 salan pêwendiyên Îmarat û Îranê asayî dibin!

📅 22 tebax 2022 19:58

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî 6 salên ku pêwendiyên Îmaratên Erebî û Îranê yên dîplomatîk qut bûne, ji nû ve asayî dibin û Balyozê Îmaratê yê Îranê vedigere Tehranê.

Li gorî daxuyaniya hikûmeta Îmarata Erebî, wê Balyozê Îmaratê yê bo Îranê Saif Muhammed El Zaabî di çend rojên bê de vegere Tehranê ku pêwendiyên dîplomatîk yên herdu welatan piştî 6 salan ji nû ve dest pê dikin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku normalbûna pêwendiyên Îmarat û Îranê, hem ji bo herdu welatan hem jî ji bo herêmê xwedî girîngiyekê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, pêwendiyên Îmarat û Îranê heta zêdetirî sed salan diçin ku têkiliyên wan ên bazirganî ji bo aboriya Îranê jî xwedî roleke mezin e.

Parve bike: