TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Pisporê Iraqî: ‘Mesrur Barzanî serkirdeyekî nimûneyî ye û guh nade propagandayan’

📅 10 tîrmeh 2020 16:40

PeyamaKurd - Pisporê Destûr û Yasayan yê Iraqî Tariq Herîb di nirxandina xwe ya bo rêveberiya bi seroktiya Mesrûr Barzanî ya hikûmeta Kurdistanê de got, “Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, wek serkirdeyek nimûneyî di dema kabîneya nehem a hikumetê de kar kiriye û rûbirûbûna bi gendelan re kiriye.” Herîb herwiha destnîşan dike ku hikûmeta Kurdistanê ya seroktiya Mesrûr Barzanî bi eqlekî berfireh kar dike û guh nade wan axaftinên ku ji bo têkdanê li dijî wan têne kirin.

Tariq Herîb ji K24ê re saleke karê kabîneya nehem a hikumeta Herêma Kurdistanê ku seroktiya wê Mesrûr Barzanî dike nirxand û wiha axivî:

“Karîn û zanista Mesrûr Barzanî di rêvebirinê de rengvedan li ser karên hikumetê kiriye. Di dema salekê de, tevî krîzan û astengan, lê kariye gelek bi başî serkirdatîya hikumetê bike. Dikarim bêjim, serkirdeyek nimûneyî ye û rûbirûbûnê bi gendelan re dike. Ew serkirdeyê hukimranîyê ye û ew tîma li gel wî jî kar dikin di hikumetê de serkeftî ne. Bi eqlekî berfireh kar dikin û guh nadin wan axaftinên ku li dijî wan têne kirin. Gelek caran propagande têne kirin bo têkdana rewşê, lê ew guh nadin wan tiştan.”

Derbarê rêkeftina hikumeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser arîşeyên hilawistî, Tariq Herîb dibêje: “Desthilata Iraqê sala borî desthelateke neakincî û necêgîr bû di biryardanan de. Serokwezîrê dest ji kar vekişandî li gel destbikarbûna kabîneya nû hinek guhertin di hikumeta Iraqê de rûdan. Rêgirî kirin ku li gel hikumeta Herêma Kurdistanê bigihin rêkkeftinê; lewra hikumeta Iraqê bandorên navxweyî û derveyî li ser in. Bi bawerîya min kabîneya Kazimî zêdetir nerînên cuda qebûl dike û kar bi destûrê dike. Heya ku peywendîyên baş li gel hiukmeta Herêma Kurdistanê hebe, divê rêkeftin li ser binemayên destûrê bê encamdan û maf parastî bin.”

Tariq Herîb li ser arîşeyên navbera Hewlêr-Bexdayê destnîşan kir, “Çareserîya di navbera Bexda û Hewlêrê de gelek zehmet e, lê kabîneya Kazimî demkî ye. Tevî wê yekê jî, hewil dide peywendîyên wî li gel Herêma Kurdistnaê baş be. Bo rêkeftina dawîyê jî divê li ser binemaya destûrê arîşeyên Herêma Kurdistanê bên çareserkirin û her du alî bi wê rêkeftinê pabend bin.”

Parve bike: