Pezeşkiyan derbarê danûstandinan peyamek ji Amerîkayê re şand
RûpelNews - Serokkomarê Îranê Mesûd Pazeşkiyan got ku heke Amerîka polîtîkayên zext û hebûna xwe ya leşkerî li herêmê berdewam bike, Tehran dê beşdarî "danûstandinên ferzkirî" nebe.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA, Pazeşkiyan bi telefonê bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf re axivî.
Pazeşkiyan diyar kir ku zêdebûna qedexeyên deryayî û meydanî yên ku di demên dawî de ji hela Amerîka ve li ser Îranê hatine ferzkirin astengiyeke cidî ye li pêşiya avakirina baweriyê û dîplomasiyê, û got, "Şîreta me ya zelal ji bo Amerîka ev e: heke ji bo çareserkirina pirsgirêkan zemînek guncaw were afirandin, divê pêşî astengiyên operasyonel, tevî dorpêçê, werin rakirin. Ji ber ku Îran dê nekeve danûstandinên ku di bin zext, gef û dorpêçê de têne ferzkirin."
Serokkomarê Îranê destnîşan kir ku pêvajoya danûstandinê tenê bi rêzgirtina dualî û avakirina baweriyê dikare pêş bikeve, û diyar kir ku diyalog nikare encaman bide dema ku polîtîkayên zext û gefê berdewam dikin.
Pezeşkiyan diyar kir ku Îran destpêkerê şer nebûye û ne aramiya herêmî naxwaze, û got ku danûstandin tenê dikarin di şert û mercên wekhev û di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de werin kirin.