TR KU AR
FB X IG
Cîhan

'Peyama PKKê têkdanî ye, ti pîvanan nas nake û bûye serêsî ji xelkê û hikûmetê re'

📅 14 berfanbar 2020 20:13

PeyamaKurd - Şêwirmendê Pêwendiyên Navnetewî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, li ser êrîş û şerxwaziya PKKê got, peyama PKKê têkdanî ye û li hin cihan hêz bicih kirine û bûne cihê serêşiyê ji bo xelkê û hikûmetê.

Dr. Dîndar Zêbarî ji BasNewsê re daye xuyakirin, PKK hêzeke li hin cihan xwe bicih kiriye, ne hikûmeta herêma Kurdistanê ne Bexda û ne jî ti pîvaneke navnetewî nas nake û got:

“Wek hikûmeta herêma Kurdistanê ti pêwendiyeke me ya fermî û nefermî li gel wan tine û em daxwaz dikin wan navçeyan vala bikin, ku hemwelatiyên wan sînoran vegerin cihê xwe, ku bi sedan gund ji ber PKKê rûniştvanên wê nevegeryane.”

Zêbarî diyar kir, tedbîrên ewlehiyê yên vê dawiyê yên herêma Kurdistanê li wan navçeyan, ji bo parastina hemwelatiyên sivîl in û ‘Em berpirs nînin li her kiryareke PKKê ya li navçeyên sînor pêk bê.’

Zêbarî got, ew navçeyên PKK lê ye, ser bi herêma Kurdistanê ne û destnîşan kir, “PKK bûye serêşî ji bo xelkê û hikûmetê û navçeyê jî.”

Parve bike: