Peyama Bexdayê bo Tehranê: Binpêkirina serweriyê nayê qebûlkirin
RûpelNews - Ofîsa Serokwezîriya Iraqê, roja Çarşemê (11.03.2026) daxuyaniyek derbarê naveroka axaftina telefonî ya navbera Mihemed Şiya Sûdanî û Mesûd Pezeşkiyan belav kir. Di peywendiyê de mijarên ewlehiya herêmî û parastina sînoran hatin nirxandin.
Parastina serweriyê û rêgirtina li êrîşan
Sûdanî di dema axaftina xwe de diyar kir ku hikûmeta Iraqê girîngiyê dide parastina asayîş û serweriya Îranê. Serokwezîr bi eşkerayî destnîşan kir ku ew ê rê nedin tu aliyekî ku axa Iraqê wekî bingeh an jî "baregehekî" ji bo êrîşkirina ser Îranê bikar bîne.
Êrîşên li ser Iraqê hewldanên aşitiyê lawaz dikin
Ji aliyê din ve, Serokwezîrê Iraqê êrîşên ku li ser Iraqê têne kirin wekî binpêkirina serwerî û ewlehiya Iraqê pênase kir. Sûdanî ragihand ku êrîşên ser Iraqê karên nayên qebûlkirin in û ev yek wan hewildanên Bexdayê lawaz dike yên ku ji bo rawestandina şer û vegera ser proseya guftûgoyê têne kirin.
Peyama sersaxiyê û têkoşîna ji bo aşitiyê
Di destpêka peywendiyê de, Sûdanî li ser navê hikûmet û gelê Iraqê, ji ber kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî, sersaxî ji Pezeşkiyan û gelê Îranê re xwest û hêviya şifayê ji bo birîndaran xwast.