TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Pêsmerge ji bo vegera Kerkûkê li benda sanda Iraqê ye

📅 23 rêbendan 2019 20:05

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê, ji bo vegera Pêşmerge bo Kerkûkê û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kuridistanê li hêviya hatina Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ye.

Cîgirê Serfermandarê Hêzên Pêşmerge Salar Mihemed Cebar ji kdp.infoyê re ragihand ku ji bo vegera Hêzên Pêşmerge bo wan navçeyan, beriya niha civîn di navbera Wezareta Pêşmege û Wezareta Bergîriyê ya Iraqê birêve çûye û niha Wezareta Pêşmerge li hêviya şandeke Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ye ku bên Hewlêrê û vegera Pêşmerge ji bo wan navçeyan gotûbêj bikin.

Cebar got, “Vegera Pêşmerge ji bo wan navçeyan ji bo karê hevbeş ê ewlehî û leşkerî ye, ji ber ku dîsa li wan navçeyên Kurdistanî tevgera DAIŞê destpê kiriye. Vegera Pêşmerge ji bo hemû navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 ji Xaneqîn û heta bi Kerkûk û Mexmûr û Mûsil û Şingalê ye.”

Cebar diyar kir ku Wezareta Pêşmerge geşbîn e ku Hêzên Pêşmerge dê bi rêkeftineke ligel Bexdayê vegerin wan navçeyên Kurdistanî.

Hêjayî gotinê ye, sala 2014an beriya hatina DAIŞê, Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê bi hevbeşî Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî birêve dibirin. Lê piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an, Kerkûk û navçeyên Kurdistanî ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ve hatin dagîrkirin û niha li wan deveran Pêşmerge nîne.

Parve bike: