Peskov: Pûtîn û Trump di çarçoveya Idlibê de li ser Tirkiyê axivîn
PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Pûtîn û Trump li Civîna G20ê ya li Japonyayê di çarçoveya Idlibê de li ser Tirkiyê û rewşa Sûriyê axivîne.
Peskovî da zanîn ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump li civîna G20ê ya li Osakayê li ser mijarên wekî bazirganiya navdewletî, rewşa Sûriyê û Tirkiyê axivîne.
Peskov, “Miijara Sûriyê û Idlibê jî vebû. Di vê çarçoveyê de li ser Tirkiyê gotubêj hatin kirin. Herweha herdu alî li ser Çînê jî axivîn.”
Peskovî da zanîn ku hevdîtina di navbera Pûtîn û Trumpî de bi erênî derbas bûye û meyla herdu alîyan jî li ser wê yekê ku pirsigrêk bi gotûbêjan bêne çareserkirin.
Peskov wisa dewam kir: “Di hevdîtina bi Turmp re gelek mijar hatin rojevê. Tevî ku di hin mijaran de nakokî hebin jî, bi giştî mijarên heyî bi awayekî pozîtîf û çêker hatin guftugokirin. Wisa dixuye ku herdu welat dixwaze hemû mijarên nakokî yên di navberê dê bi rêya diyalogê çareser bikin.”