TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Pentagon: Teqîna di kestiya Rûsya de gelek mezin bû

📅 14 nîsan 2022 21:55

PeyamaKurd – Pentagon li ser keştiya Rûsyayê ya ku Ûkrayna lê xist daxwuyanî da û got ku teqîn ew çend mezin bû, temamê keştiyên wê derê bazdan alîkariya keştiyê. Berdevkê Pentagonê John Kirby li ser keştiya ku Ûkrayna dibêje bi fuzeyan lê xistiye û 510 muretebatên wê hebûne, tê de teqînekî mezin çêbûye û weha got:

“Teqîn ewqas mezin bû, îşaret sitendine ku keştiyên der û dorê hewl dane ku herin alîkariya keştiyê.”

Ûkrayna ragihand ku vê sibê li keştiyekî Rûsyayê ji yên ku dora Girava Mar dorpêç kirine û tê de 510 muretebat hebûye bi fuzeya Neptunê lê dane. Daxwuyaniya wezareta bergiriyê ya Rûsyayê di mijarê de wehaye:

“Muhîmmata ku di Krûvazorê Moskova de bûn di encama şewatekî de teqiyan. Xesara keştiyê gelek mezine. Temamê xebatkarên tê de hatin tehliyekirin. Li ser sedema derketina şewatê lêkolîn dewam dikin.”

Berdevkê Pentagonê Kirby li ser mijarê weha got:

“Keştiya Moskova hê jî li deryayê ye û seyra xwe dewam dike. Em difikirin ku keştî dikare di rêya xwe de here. Li gor fikra me wê Sêwastopolê raweste da bê tamîrkirin. Lê em tam bawer nînin bê çi qewimiye.”

Parve bike: