Pentagon: Rûsya bi hêsanî dikare bi vekisandina hin hêzên xwe ragesiyê kêm bike
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) John Kirby, li ser rewşa Ukraynayê diyar kir: “Artêşa Amerîka di wê baweriyê de ye hîn dem û cîh ji dîplomasiyê re heye ta ku çareseriyekê ji krîza Ukraynayê bibîne.”
Berdevkê Pentagonê eşkere kir: “Rûsya bi hêsanî dikare bi vekişandina hin hêzên xwe ji sînorê bi Ukraynayê re, rageşiyê kêm bike.”
Kirby herwiha da zanîn, Rûsya bi berdewamî hêzê li başûrê Kirimê, li ser sînorê Ukraynayê û Belarûsê belav dike, lê Pentagon gefên Rûsyayê yên rasterast li ser milê rojhilatê NATOyê nabîne.
Amerîkayê ji ber aloziyên li ser Ukraynayê, 3 hezar leşker şandin Polonda, Romanya û Almanyayê û welatên NATOyê bi pêşengiya Amerîka çekan didin Ukraynayê û artêşa wê perwerde dikin.
Herwiha ji bilî Amerîkiyan, Brîtanya, Kanada, Fransa, Polonya, Tirkiye, Lîtvanya, Komara Çek, Bulgaristan, Romanya û Estonya bi milyaran dolar alavên leşkerî ji Ukraynayê re şandine.