Jiyan
Pentagon di derbarê îdîaya li ser Rûsya daxuyanî da
PeyamaKurd- Hefta borî, Rojnameya Newyork Timesê îdîaya ‘Rûsya bo Talîban leşkerê Amerîka bikujin pêşniyaza bertîlê kiriye.’ belav kiribû. Serokatiya Berevaniya Amerîka(Pentagon) ev îdîa nepejirand û weke derewê bi nav kir.
Di daxuyaniya Pentagon de hat ragihandin, ‘Di derbarê lihevkirina Rûsya û Talîban de tiştekî piştrast nehatiye bidestxistin’
Berdevkê Pentagon Jonathan Hoffman di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got:
- Serokatiya Berevaniyê, li ser îdîaya li Rûsya tê kirin lêkolîn û nirxandin berdewam dikin. Heta niha di derbarê vê tiştekî piştrast nehatiye bidestxistin. Her çi bibe, em her dem ji bo hêzên xwe yên ewlehiyê ku li her dere dinyê ne zeraran nebînin, pêşgiriyan distînin.