TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Pêleke nû ya koçberiyê bo Kobaniyê: 600 hezar derbas kir

📅 29 rêbendan 2026 16:01
Hate ragihandin ku ji ber êrîşên berdewam ên komên girêdayî Şamê li gundewaran pêleke nû ya koçberiyê ber bi bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ve hatiye.

EuronuNews- Li gorî çavkaniyên bajêr hejmara niştecihên bajêr ku di bin dorpêçeke giran de ye, niha 600 hezar derbas kiriye.

Li gorî agahiyan rewşa bajêr niha gihîştiye esteke karesatbar û pêdivîyên herî bingehîn ên jiyanê peyda nabin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand: “Îro bi dehan malbatên aware yên Efrînê û yên ji deverên Tebqa û Reqayê hatine, ber stargehên demkî li Kobaniyê. Ew malbatên ku ji ber rewşa ewlehiyê û debara jiyanê ya dijwar reviyane niha ji ber sermayê û nebûna pêdiviyên bingehîn rûbirûyî rewşeke dijwartir bûne.”

Parve bike: