TR KU AR
FB X IG
Cîhan

PDKyê sersaxî da Koreya Basûr

📅 30 berfanbar 2024 14:31

PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), li ser ketina balafira rêwiyan a Koreya Başûr peyameke sersaxiyê belav kir. 

Di daxuyaniyê de ku li ser hesabê Xê yê Partiyê hat belavkirin, weha hat gotin:

“Piştî karesata ketina balafira rêwiyan a li Koreyê, em hevxemiya xwe ya kûr ji malbat û kesûkarên qurbaniyan, ju hikûmet û gelê Koreyê û konsulxaneya wan a giştî ya Herêma Kurdistanê re dixwazin. Em ji birîndaran re şîfayê dixwazin.”

Parve bike: