TR KU AR
FB X IG
Cîhan

PDKÎ sehîdbûna 2 Pêsmergeyan li Pîransarê pistrast kir

📅 30 gulan 2021 16:34

PeyamaKurd - Dezgeha Fermandariya Hêza Pêşmerge ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) nûçeyên şehîdbûna 2 pêşmergeyên wan di encama şerekî de ligel hêzên îranê piştrast kir û hurgiliyên wî şerî belav kirin.

PDKÎyê ragihandiye ku şeva derbasbûyî li ser rêya di navbera Pîranşar û Mihabadê de şer di navbera Pêşmergeyên PDKÎ û pasdarên Îranê de derketiye û tîmeke PDKÎ ketiye kemîna Pasdaran û 2 endamên wê tîmê şehîd bûne.

Dezgeha Fermandariya Hêza Pêşmerge ragihand ku tîma Pêşmergeyên wan li ser cadeya Mehabad-Pîranşarê bûye armanca êrîşa kirêgirtiyên Komara Îslamî û eşkere kir: “Pêşmergeyên bi navên Hadî Şêxe yê xelkê Peswê û Eyub Sultanê xelkê Awaya Xurînc a bi ser bajarê Pîranşarê ve, mixabin şehîd bûn.”

Parve bike: