TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

PDKê hilbijartina li Iraqê red kir, nûnerên PDK vedigerin Hewlêrê

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 12 nîsan 2026 01:21
Partiya Demokrat a Kurdistanê ragihand ku ew Nizar Amêdî yê wek Serokomarê Iraqê hatiye hilbijartin wek hemû nûnerê Kurdistanê nabînin û wî kesî red dikin.

RûpelNews -

Piştî ku namzedê YNKyê Nizar Amêdî wekî Serokomarê Iraqê hat hilbijartin PDK daxuyaniyekê belav kir û rexne li ser encam û proseya hilbijartinê kir.

PDKyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew wî kesê ku bi vî awayî hatiye diyarkirin wekî nûnerê piraniya Kurdistanê nabînin û dengdayîna hilbijartinê yasa hatine binpêkirin.

Daxuyaniya PDKê de bertek nîşanî namzediya Nizar Amêdî hat dayîn û wiha hat gotin: "Ew namzedê ku ji bo Serokkomariyê hatibû destnîşankirin, li derveyî mekanîzmaya Kurdistanî bû. Ev post mafê gelê Kurdistanê ye, ne yê partiyekê ye. Lê belê ev berbijêr ji bo vê postê ji aliyê partiyekê ve hat diyarkirin û çend aliyên pêkhateyên din ên Îraqê ew pesend kirin. Ev nayê qebûlkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo gotûbêjkirina mijarê, nûner û parlamenterên PDKyê yên li Bexdayê vedigerin Herêma Kurdistanê.

Parve bike: