TR KU AR
FB X IG
Cîhan

PDK û YNKê ji bo wergirtina postan li Hewlêrê dicivin

📅 12 adar 2019 11:34

PeyamaKurd - Îro sêşemê (12.03.2019) polîtburoyên PDK û YNK ji bo wergirtina postên hikûmetê li Hewlêrê dicivin.

Hat ragihandinku ku polîtburoyên Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi armanca yekalîkirina postên YNKê li kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê dicivin.

PDK û YNKê roja 4ê Adarê li Hewlêrê rêkeftineke siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê îmze kiribûn, civîna îro yekem civîna piştî îmzekirina rêkeftinê ye û herwiha hevdem e jî bi civîna Parlemantoya Kurdistanê re jî.

Parve bike: