TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Pasdarên Îranê li Urmiye û Pîransarê du kolber kustin

📅 12 tîrmeh 2020 18:37

PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolberên Kurd ên din kuşt ku di mehekê de ev dibe 9 kolber bi guleyên hêzên rejîma Îranê têne kuştin.

Li gorî zanyariyan doh 11ê Tîrmehê li gundê Nemincê yê bajarê Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê kolberê bi navê Îbrahîm Ebûbekîr û li bajarê Ûrmiyê jî kolberê bi navê Ziyad Hatemî ji aliyê pastarên Îranê ve hatin kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di heyama mehekê de, li Rojhilatê Kurdistanê, 9 kolber ji aliyê pastarên Îranê ve hatine kuştin û 23 kolber jî birînda rbûne. 

Parve bike: