TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Parlamentoya Swêd biryara pistevaniya Pêsmerge pesend kir

📅 06 berfanbar 2018 14:21

PeyamaKurd - Parlamentoya Swêd biryara dirêjkirina dema mayîna şêwirmendên leşkerî li Kurdistan û Iraqê pesend kir.

Li gor medya Swêd, pêşniyar qanûna dirêjkirina mohleta mayîna şêwirmendên leşkerî yên Swêdî li Kurdistan û Iraqê heta 19ê Kanûna 2019an hat dirêjkirin.

Di çarçoveya şerê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, 220 şêwirmendên leşkerî yên Swêd ji bo rahênana hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî li Kurdistan û Iraqê dimînin.

Şêwirmendên leşkerî yên Swêdî li gor biryara parlamentoyê dê heta saleke din erkên xwe yên piştgiriya Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam bikin.

Parve bike: