Parlamenterê IYI Partiyê îstifa kir
RûpelNews - Parlamenterê IYI Partiyê yê Aydinê û yek ji damezrînerên partiye Omer Karakaş, bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî îstifaya xwe ji partiyê ragihand.
Karakaş li ser biryara xwe wiha şîrove kir: "Ez ji IYI Partiyê, ku ez yek ji damezrîner û parlamenterên wê me, ji ber ku ez vê yekê pêwîst dibînim, îstifa dikim."
Hejmara parlamenterên IYI Partiyê daket 27an
Îstifaya Karakaş piştî ya parlamenterê Dîlokê Mehmet Mustafa Gurban hat, ku di 13ê Tebaxê de ji partiyê veqetiya bû. Bi van her du îstifayan re, hejmara parlamenterên IYI Partiyê di Parlamentoya Tirkiyeyê de daket 27an.
Berî îstifaya Karakaş, gotegot hebûn ku ew ê tevlî AK Partiyê bibe. Di daxuyaniya xwe ya îstifayê de, Karakaş derbarê girêdana xwe ya siyasî ya paşerojê de ti agahî neda.
Lêbelê, Gurban piştrast kiribû ku ew dê piştî îstifaya xwe tevlî AK Partiyê bibe.