TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Parêzgeha Hewlêrê bo Kovid-19 ê tedbîrên nû danî

📅 05 tîrmeh 2020 00:50

PeyamaKurd- Bi sedema zêdebûna Kovid-19 ê, li Kurdistanê, li parêzgeha Hewlêrê tedbîrên nû bo berlêgiritna nexweşînê hatin danîn. Parêzgerê Hewlêrê Ferset Sofî di bin serokatiya xwe de li parêzgehê civînekî çêkir û piştî civînê bo çapemeniyê tedbîrên nû ragihand:

-Navenda bajarê Hewlêrê û li navçeyên wê, wê piştî siet 8 ê êvarê temamê market, dukkan bên girtin û tenê wê dermanxane vekirî bimînin.

-Wê çûnûhata navbera Hewlêrê û bajarên din yên Kurdistanê û yên Iraqê bên kêmkirin.

-Tedbîr, wê îşev siet di 24.00an de destpêbikin û heya 11 ê temmûzê siet 00.00 ê dewam bikin.

Parve bike: