TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Parêzgarê Tirkmen ê Kerkukê Serdana Bahçelî kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 26 gulan 2026 18:26
Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê û parêzgarê Tirkmen ê nû hilbijartî yê Kerkukê Mehmet Seman Aga, ku di 20ê Nîsanê de li şûna Rebwar Taha yê YNKê hate hilbijartin, serdana Bahçelî kir.

RûpelNews - Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî parêzgarê Tirkmen ê Kerkukê û Serokê ITC Muhammed Seman Aga, li ofîsa xwe pêşwazî kir.

Hevdîtina di navbera Bahçelî û parêzgarê Tirkmen ê Kerkukê de li ser hesabê medyaya civakî ya MHP'ê hate parvekirin.

Di postê de hate gotin ku Bahçelî pîrozbahî li Muhammed Seman Aga kir ji ber tayînkirina wî wekî Parêzgarê Kerkukê û di erkên wî de serkeftin xwest.

Daxuyaniya derbarê serdanê de ev tişt hatin gotin:

"Serokê Partiya Tevgera Neteweperest, Birêz Devlet Bahçelî, Birêz Muhammed Seman Aga, yekem Parêzgarê Tirkmen ê Kerkukê, li ofîsa xwe pêşwazî kir.

Birêz Devlet Bahçelî pîrozbahî û silavên xwe pêşkêş kir û Cejna Turkmeniyan a pîroz kir..."

Parve bike: