TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Papayê Vatîkanê banga dawîanîna êrîsên ser Rojava kir

📅 14 cotmeh 2019 19:55

PeyamaKurd - Papayê Vatîkanê Papa Francis banga rawestandina şerê li bakurê rojhilatê Sûriyê kir û got, ya ku niha li Sûriyê  diqewime, karesateke mirovî ya mezin e.

Papayê Vatîkanê bang a rawestandina şerê li bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) kir û got, "Xelk neçar bûye malên xwe bicih bihêlin û di nava wan de gelek malbatên Kristiyan hene."

Papa Francis got ku tiştê li wê herêmê çêdibe, karesateke mirovî ya mezin e û ev di  şerê cîhanê yê duyemîn de jî çênebûye.

Papa Francîs, daxwaz ji tevahiya aliyan kir, ji bo çaresekirina aloziyan rêya danûstandinan deynin ber xwe.

Parve bike: