Tirkiye
Ozgur Ozel û Kemal Kiliçdaroglu bi telefonê axivîn
Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel û Kemal Kiliçdaroglu bi telefonê axivîn.
RûpelNews - Şêwirmendê Çapemeniyê yê Kiliçdaroglu Atakan Sonmez ragihand ku Ozgur Ozel û Kemal Kiliçdaroglu bi telefonê ya duyemîn axivîn.
Hat îdiakirin ku heyetên ku Serokê Giştî yê CHPê Ozel û Kiliçdaroglu diyar kirine wê saet di 14.00 de bicivin.
Hat îddîakirin ku di heyeta Ozel de dê Murat Emîr û Suat Ozçagdaş, di heyeta Kiliçdaroglu de jî Mahîr Polat û Orhan Sarîbal cih bigirin.
Li aliyê din Alîkarê Serokê Koma CHP’ê Murat Emîr jî ji Halk TV’yê re axivî û ev îdîa derewand.