TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Ozgur Ozel navê partiya ku ava bikin ragihand: Partiya Nû

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 15 tîrmeh 2026 12:31
Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel avakirina partiyeke nû ya siyasî ragihand û cara yekem navê vê partiya nû da. Ozel got: "Navê ku piranî kes qebûl kiriye 'Partiya Nû'. Di dawiya tîrmehê an jî destpêka tebaxê de em dê bi awayeke ber çav gav bavêjin."

RûpelNews - Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel di Sozcu TV de derbarê amadekariyên damezrandina partiyeke nû de daxuyanî dan.

Ozel cara yekemîn dîroka vê partiya ku nû dê ava bikin eşkere kir û got: "Heta dawiya tîrmehê an jî destpêka tebaxê bigihîjin qonaxeke berçav."

Ozel da zanîn ku xebatên der barê nav û logoya partiya nû berdewam in û diyar kir ku li ser navekî lihevkirin çêbûye lê ew ê di vê qonaxê de wê neyê eşkerekirin û wiha axivî: 

"Em ê di dawiya tîrmehê an jî destpêka tebaxê de pêngava din bavêjin. Em li ser nav û logo dixebitin. Navê ku pejirandineke giştî bi dest xistiye diyar e; em ji bo niha jê re bibêjin 'Partiya Nû'."
 

Parve bike: