Ozgur Ozel ji CHPê îstifa kir
RûpelNews - Ozgur Ozel, yê ku bi biryareke dadgehê ji posta Serokatiya CHPê hatibû dûrxistin, bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew ji Partiya Gel a Komarparêz (CHP) îstifa dike.
Hat ragihandin ku navê wê partiya di bin serokatiya Ozgur Ozel de hatiye damezrandin, 'YENİ Parti' (Partiya Nû) ye. Hate diyarkirin ku bi giştî 91 parlamenter, di nav de Ozel jî, dê ji CHPê îstifa bikin da ku beşdarî Lijneya Damezrîner a YENİ Partiyê bibin.
Ozgur Ozel piştî îmzekirina îstifaya xwe ya ji CHPê got: "Bila ev yek ji bo welat, netewe, partiya me û me hemûyan bi xêr be."
Ozel her wiha daxwaznameya damezrandina YENİ Partiyê jî îmze kir.
Di heman demê de, hat ragihandin ku ligel Ozel, 91 parlamenterên CHPê jî ji partiyê îstifa kirin.